Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Ev demek e ku artêşa TC’ê ya dagirker di navbera gundê Aliyawa û Kendalokê ya navçeya Gever a Colemêrgê de rêya ewlehiyê çêdike. Hêzêm me roja 30’ê Mijdarê seat 19:40’an li dijî 2 dozerên leşkeran ku li ser rê dixebitin çalakiya sabotajê kirin.

Di çalakiyê de herdu wesayît hatin rûxandin û hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi rêk û pêk herêm bi çekên giran gulebaran kir.

2. Roja 28’ê Mijdarê di navbera seat 14:00’an û 14:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Babil a herêma Gare ya Hêrêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tu windahiyên me çênebûn.

Dîsan roja 29’ê Mijdarê seat 16:10’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Şehîd Kendal a herêma Heftenîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de hevalekî me şehîd bû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.

1'ê Kanûnê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê