Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me 2'ê Tîrmehê saet 00:10'an li herêma Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, li dijî konvoyek artêşa Tirk a ber bi navenda navçeya Geverê ve diçû, li qada Geliyê Doskî çalakiyek kirin.

2. Hemû wesayitên di konvoyê de hatin xistin û di encamê de 2 wesayitên bi tîpa kîrpî bi temamî rûxiyan, yekê jî derbên giran xwar. Bi qasî ku hate zelalkirin, di çalakiyê de 20 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand.

Balafirên şer ên artêşa Tirk 1 û 2'ê Tîrmehê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Li gorî wê yekê;

1'ê Tîrmehê saet 02:00, balafirên şer bombe li qada Cîlo yê biçûk ê li herêma Zapê barandin.

2'ê Tîrmehê saet 02:00, balafirên şer Dola Şive ya li herêma Avaşînê û saet 13:00 jî girê Heqarî yê li herêma Metîna bomberdûman kirin.

Heman rojê saet 12:00, balafirên şer bombe li mintiqeya Gundikremo ya herêma Cûdî ya Şirnexê barandin.

 

3’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê