Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, 10'ê Gulanê saet 09:50'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyeke berfireh kirin.

Ji 10 aliyan ve derbên giran li kozik, stargeh û konên dijmin ên li ser gir hate xistin û di encamê de 9 çeperên dijmin hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, 19 leşkerên dijmin hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û balafirên şer bombe li herêmê barand. Artêşa TC a dagirker ji danê êvarê heta ber destê sibehê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky termên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.

9'ê Gulanê saet 17:20'î, hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregol ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li dijmin hatin xistin, 2 çeper hatin rûxandin û 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, 9'ê Gulanê saet 03:00 li nêzî navçeya Çanakçi ya Gîresûnê li hemberî 2 stasyonên bazê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de her du stasyonên bazê rûandin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Li dijî yekîneyeke operasyonê jî hêzên me saet 07:00 çalakiya sabotajê kir. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Operasyon heman rojê bi rengekî bê encam qediya.

3. 9'ê Gulanê saet 15'an, hêzên me li girê Radar ê li herêma Şêx Cûma ya Bedlîsê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de leşkerî dijmin hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

4. 13'ê Adarê saet 18:45'an, yekîneyeke me li taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtanê ya Wanê kontrayekî bi navê Metîn Ertaş ceza kirin ku ev kes bi hêzên dagirker re tevdigeriya, tevlî operasyonan dibû û karê sîxurkirinê dikir.

17'ê Adarê saet 21:00, hêzên me li taxa Hecî Bekir a navenda Wanê, kontrayekî bi navê Fûat Kilavûz ê ku bi artêşa TC a dagirker re tevdigeriya û ewlekariya hin kontrayan dikir, ceza kirin.

 

11’ê Gulanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê