Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delîla û Şehîdên Bestayê 23’yê Adarê saet 13.30’an li Mawa ya Sêrtê, di navbeyna gundên Meîna û Mulê de li dijî endamên îstîxbaratê çalakiyek kirin.

Wesayiteke ku endamên MÎT’ê yên payebilind tê de bûn derbeke serkeftî xwariye, wesayit ji rê derketiye û qulibî ye. Hêzên me li vir 3 endamên îstîxbaratê kuştine û dest li ser 3 AK-47’an û 5 jarjor û 150 guleyên van çekdan danîne û her wiha dest li ser nasname û gelek dokumanên van şexsan daniye.

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteke teknîka pêşketî û gelek skorskyan leşker li herêmê danîne. 24’ê Adarê di navbeyna hêzên me û leşkerên dijmin de şer derketiye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin, hevrêyên me Canşêr û Şoreş ku li dijî leşkerên dijmin bi lehengî şer kirine, ji bo ku nebin dîlên ber destê leşkerên dijmin bombeyên xwe bi xwe de teqandine û şehîd bûne. Operasyon 26’ê Adarê bi dawî bûye. Di dema operasyonê de hêzên dagirker bi ser gundê Mulê de girtine û zext li ser gundiyan kirin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Canşêr Raman

Nav û Paşnav: Haydar Topkan

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik - Bav: Fahriye - Halîl

Dem û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2018’an/ Sêrt

Canşêr – Haydar Topkan

Nasnav: Şoreş Xeyri

Nav û Paşnav: Mahmut İbiş

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik - Bav: Ferîde - Mûhammed

Cih û Dema Şehadetê: 24’ê Adara 2018

Şoreş – Mahmut İbiş

2. 14’ê Nîsanê hêzên me saet 16.50’î li Lêlikan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC’ê çalakî kirine. Di çalakiyê de derb li mewzî û konên dijmin xistine û berbiçav 5 leşker hatine kuştin.

3. 14’ê Nîsanê saeat 10.40’î hêzên me li Geverê, li gire Elîşêr li dijî artêşa TC’ê ya dagiker çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne zelal nebûye.

Heman rojê hêzên me saet 12.30’an li Çelê ya Colemêrgê, li geliyê Deştanê li dijî hêzên dagirker çalakî kirine. Di encamê de çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne zelal nebûye.

30’ê Adarê hêzên me li Geverê, di navbeyna qereqola Wargenima û gire Tempo li dijî wesayiteke zirxî artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê hatiye kirin, di vê çalakiyê der berbiçav 4 leşker hatin kuştin.

 

15’ê Nîsanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê