Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Di nav çarçoweya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Colemêrg Geverê, li Şemzînan û Barzanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku operasyon dabûne destpêkirin çalakî li dar xistin.

27’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Barzanê ya di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me yên YJA-Starê 9’ê Cotmehê saet 10.30’an li qada Adilbegê, li dijî yekîneya operasyonê ya li girê Koordîne çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de, ku ji du milan ve bi ser yekîneya dijmin de girtin, du konê dijmin hatin şewitandin, tespîtbûyî 1 kontra û 8 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistin.

Hêzên me yên YJA Starê 9’ê Cotmehê saet 11.40’î li Şemzînan, Şikêra Spî, leşkerên dijmin ên li ser gir ji xwe re kirin hedef. Di vê çalakiyê de kozikên dijmin derbên baş xwarin, hijmara kuştî û birîndaran ên dijmin tam diyar nebû.

9’ê Cotmehê saet 09.40’î hêzen me, bi ser leşkerên dijmin de yên li girê Bayê yê Geverê çalakiyek li dar xistin. Ji du milan de li gir hate reşandin, tespîtbûyî 1 leşker hate kuştin.

2. Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me 9’ê Cotmehê saet 17.15’an li Mêrdîn, Mehsertê li dijî qereqola Golê çalakî kirin. Bi serkeftî derb li kozikên dijmin hate xistin, di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndaran a dijmin diyar nebû.

3. 9’ê Cotmehê saet 07.40’î artêşa TC’ê ya dagirker bi balafirên şer li qada Govendê ya Şemzînan a Colemêrgê xistiye.

4. 25’ê Îlonê li Qadên Parastinê ya Medyayê, li herêma Zapê, li qada Cîlo ya Biçûk ji ber qezayeke bêyom hevrêyê me Brûsk Gever (Sîpan Guneş) şehîd bûye.

Nasnav: Brûsk Gever

Nav û Paşnav: Sîpan Guneş

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Muselma - Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê:  Herêmên Parastina Medya / 25’ê Îlon 2017

Brusk – Sipan Güneş

 5. 31’ê Tebaxê li Çewlikê, li qada Dugernan gerîlayên me li rasta yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker hatiye û bi hêzen dijmin re ketine şer. Di şer de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebûye. Di vî şerî de hevalê me Şerzan Sîverek (Cengiz Geçkoy) bi lehengî li dijî dijmin şer kiriye û şehîd bûye.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me wiha ne;

Nasnav: Şerzan Sîverek

Nav û Paşnav: Cengîz Geçkoy

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Navê Dayik - Bav: Bedîha – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Çewlîg / 31’ê Tebaxa 2017

 

Şerzan – Cengiz Geçköy

 

 

 10'ê Cotmehê 2017 

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê