Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE!

22’ê Kanûnê di hin organên çapemeniyê de nûçeyeke ku xwe dispêre rapora Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan (HRW), ku dihate gotin, HPG mirovên ku bi emrê xwe hê zarok in weke şervan di nav xwe de vedihewîne, bi taybetî jî zarokên Êzîdî yên li Şengalê ji bo perwerdehiyê dibe Qendîlê û li vir wan ji balafirên Tirk re dike hedef. Beriya her tiştê em dixwazin diyar bikin ku  rêxistina mafên mirovan a weke HRW’ê ji senoryayeke wiha re - ti têkiliya xwe bi rastiyê re nîn e, bûye lîstik, em xemgîn bûne.

 

3'ê Tebaxa 2014’an dema ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê sepanîna jenosîdê hate sazkarkirin, hêzên me yên HPG’ê hemû rîsk anîne ber çavan, li Şengalê mudaxale li komkujiyê kiriye, Şengal û gelê me yê wir ji komkujiyeke mezin rizgar kiriye, bi operasyoneke mezin a rizgarkirinê ku dewlet jî nikaribûn bikin 150 hezar mirovên me yên Êzîdî ji Şengalê derxistiye û bi ewlekarî veguhaztiye Rojava.  Em wekî hêzên HPG ku li hemberî her cure êrîşan parastina gelê Kurdistan ji xwe re erk dibînin, bicîhanîna vê erkê mirovî u exlaqî jî pêwîstîyeke mîsyone me ye.

Lê gelek hêz û derdor, ji vê serkeftina mezin a HPG’ê, ku starta têkçûna DAIŞ’ê dayî aciz bûne. Bi mebesta ku îmaja erênî ya HPG’ê û tevgera me ya  li Kurdistanê û raya giştî ya dinyayê ava bûyî, reş û tarî bikin, ji hêla me ve hatiye tespîtkirin û raya gîştî jî dişopîne ku ev demeke derdorên cur be cur  nûçeyên ku ti têkiliya xwe bi rastiyan re nîn in, lî hev tînin.  Di heman demê de, ev derdor, bi mebesta ku HPG ji qada Şengalê û Başûrê Kurdistanê were derxistin, zextan dikin û bi senaryoyên ku li hev tînin, li dijî tevgera me û hêza wê ya parastinê HPG’ê xebatên tarîkirinê bi rê ve dibin. Rawêja li hev anînê ya ku dibêje di nav refên HPG’ê de ciwanên di temenên zarokan de hene jî, parçeyek  vê senaryoyê ye.

Me weke HPG’ê, li sala 2013’an taehhuta têkildarî Parastina Zarokan a ji Şerê Çekdarî û Bandora Wê ya  Banga Cenevrê îmze kiriye. Car caran, bêyî vîna me, herçiqas ciwanên di temenên zarokan de tevlî nav refên me bûbin, tevgera me li ser vê rawestiyaye û ji bo pêdiviyên  peymana ku îmze kiriye bicîn bîne, bûye xwedî hewldanekekê. Li nav refên me ti şervanên ku temenê wan di bin 16’an de ne, nîn in. Ciwanên ku ji zext û zordariya dewleta Tirk reviyane û  neçarî tevlî nav refên me bûne ku temenê wan di navbera 16-17’an de jî, tevgera me wana naxe nav şer, li qadên li derveyî şer, têne perwerdekirin.

Em bi awayekî aşkere diyar dikin ku, em li gorî peymanên ku di serî de bi Banga Cenevrê bi hêzên navnetewî re danîne  tevdigerin. Banga Cenevre têkildarî mijarê, li qampên me lêkolîn kirine. Em weke HPG’ê careke din diyar dikin ku di vê mijarê de  di serî de ji bo HRW,  em ji venêrana hemû hêzên navnetewî re vekirî ne. Weke ku di rapora HRW’ê hatiye diyarkirin, nameyeke ku ji bo me hatiye nivîsîn hê negihîştiye  destê HPG’ê. Lê, li gel vê jî, wekî ku HRW’ê têkildarî mijarê li Başûrê Kurdistanê lêkolîn kiriye û rapor amade kiriye, diviyabû bihatana kqmpên me jî rasterast tespîtên xwe bikirana. Nekirina vê, li şûna vê, li Şengalê, bi çûyina qampa YBŞ’ê û bi hazirkirina raporê ve tevgera me di bin zenê de hiştin, ji hêla rêxistineke navnetewî ku diviya bêalîbûna xwe biparastana, bêsiûdiyek e. YBŞ di pêvajoya parastina gelê Êzîdî de derketiye holê û ti têkiliyeke wan a organîk bi me re nîn e. Ji bo vê jî, ji kirinên xwe ew berpirsyar in. Em weke PKK û HPG’ê ku di nav sîstema xwe de, li normên navnetewî baldar in, em pêşniyar dikin ku rêxistinên dost jî li normên navneteweyî baldar bin lê ji kirinên van rêxistinan berpirsyar ne em in.

Dîsa Televizyona K24 ku xwe weke organeke weşanê ya Kurdistanî dibîne, bêyî ku têkildarî mijarê li fikrên me bipirse, bi berfirehî cihdayina vê propagandaya derew û belavkirina wê, li dijî tevgera me bi yek alî reşkirin, bi gotina herî sivik, ji hêla rêgezên çapemenî û weşanê ve rewşeke li derveyî etîkê ye.

Wekî encam; agahiyên ku dibêjin ku tevgera me ji Başûrê Kurdustanê û Şegalê zarokan tevlî nav refên xwe dike, bi temamî derew in, berevajîkirin in û ti têkiliya xwe bi rastiyan re nîn in. Carcaran hin ciwan tevlî nav refên me bibin jî, rewşên bi vî awayî li gorî prosedurên navnetewî têne birêvebirin. Û di vê mijarê de tevgera me, di her şert û mercî de teahhut dike ku girêdayî rêgezên xwe û yasayên navnetewî ye.

Bi rêzdarî tê pêşkeşkirin.

24.12.2016

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL