Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji gellême yê walatparêz û raya giştî re!

Em 33’yemîn sala Pêngava 15’ê Tebaxê bi biryardariya xwe ya serkeftin û azadiyê pêşwazî dikin, di serî de Rêber Apo ku di pêşxistina vê vejînê de xwedî kedek mezin e, em Cejna Vejînê li tevahî gelê xwe, hevalên xwe yên li zindanan û tevahî sehayên têkoşînê û dostên xwe pîroz dikin . Di şexsê Fermandarê leheng hevalê Egîd de careke din tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Guleya yekem a ku sala 1984’an li zîhniyet, polîtîka û hêza zorê ya leşkerî ya mêtingeriyê ket, di dîroka gelê Kurd de nuqteyek werçerxê ye. Hesabxwestina ji mêtingeriyê, gihiştina dîroka xwe, parastina hebûna xwe û îradeya azad hatiye afirandin. Guleya yekem ku li koletî, tarîtî, tepisandinê ket, wek xetek berxwedanê li erdnîgariya Kurdistanê û li her cihê ku Kurd lê ne bi cih bûye. 15’ê Tebaxê ku roja rizgariya ji ruhê serwerî û koletî yê mêtingeriyê ye, bûye çalakiya hesabpirsîna ji zilmê. Ev çalakiya azadiyê ya dîrokî ku xwe dispêre hêz û îradeya cewherî, gelê Kurd ê ber sikratê ji nû ve zindî kiriye û di dîroka têkoşînê de wek Cejna Vejînê cih girtiye.

Ruhê 15’ê Tebaxê, ew ruhê ku hevrêtiya rast a bi Rêber Apo re ye, girêdana bi şehîdên me yên nemir in, têkoşîna bêeman a bi biryardariya serkeftina gelê Kurd e. Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê ya cewherê tevlîbûna fedaî ya xeta Apoyî ye, tarza berxwedêrî û serkeftinê ye, heta mîlîtanekî PKK’ê, jin, ciwan, kal û zarokekî Kurd hebe wê dewam bike. Ne mimkûn e ku ev ruhê azadiyê ji axa Kurdistanê, ji civaka Kurd bê dûrxistin. Rastiya Rêbertî, rastiya PKK’ê û rastiya 15’ê Tebaxê îro bûye malê mîlyonan, veguheriye rastiya berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê, serhildana azadiyê ya jinên Kurd, çeperên parastinê yên ciwanên Kurd.

Ev vejîna ku 15’ê Tebaxa 1984’an li Bakurê Kurdistanê pêk hat, tevahî parçebûnên civaka Kurdan daniye milekî, nêzîkatiyên mezhebparêzî, parçekarî, herêmparêzî û eşîrparêzî li ser xeta netewî-demokratîk de kiriye yek. Ev derketina bi heybet, kûr a 15’ê Tebaxê perspektîfa gelê Kurd a siberojê daniye holê û stratejiya gelê Kurd xurt kiriye. Ji ber vê jî îro gelê Kurd ku xwedî destkeftiyên mezin in, aktorekî girîng e.

Ruhê 15’ê Tebaxê yê li dijî sîtema cuntaya 12’ê Îlonê wek têkoşîna demokrasiyê mezin bûye, bi têkoşîna xwe ya bêeman ve îro wek çawa mêtingeriya kûr a li ser Kurdistanê aniye asta parçebûyinê, di heman demê de di sîstema Tirkiyeyê de ku faşîzm hewl dide xwe bi sazî bike, qelîştokên girîng vekirine, bûye sedem ku wesayeta artêşê ya 90 sal in didome, li Tirkiyeyê hilweşe. Ev berxwedan ku 32 sal in bênavber pêş ketiye, îro li Rojhilata Navîn ji milê têkoşîna azadî û demokrasiyê berhemên girîng dane. Hem ji milê fikrînê li Rojhilata Navîn ronakbûnek mijara gotinê ye, hem jî li dijî DAIŞ, El Nûsra  û tevahî hêzên paşverî di parastina gelê Kurdistanê û tevahî gelên herêmê de rastiya 15’ê Tebaxê bi awayekî eşkere xwe daye der.

Li ser Rêber Apo ku di van destkeftiyan de xwedî para herî mezin e, bi çareserî, vekirinan ve her tim di asta temînata aştiya welêt e, îro sîstemek êşkenceyê ya gelekî bi taloke heye. Divê baş bê zanîn, Rêber Apo çawa temînata aştiya welêt e, di heman demê de jî sedemê herî mezin ê şerê li welêt e. Divê ti carî neyê jibîrkirin ku yekane rêya ku welat derxe rê, Rêber Apo ye. Tevî ku tê zanîn ji hedefên herî mezin ên hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê Rêber Apo ye jî, ji bo fikarên gelê me yên têkîldarî jiyana Rêber Apo hevdîtin nayên kirin. Ev jî wek Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zorê dide sebra me. Her diranekî mekanîka darbeyê divê baş bizane ku artêşa fedaiyên Rêber Apo HPG, bi bawerî û biryardariyek mezin û di heman demê de bi tecrûbe, ezmûnên dewlemend û komkirina dîrokî ve dikeve sala 33’yemîn a 15’ê Tebaxê. Lewre jî wê ji bo şêwegirtina pêvajoya nû ya gerîlayê Kurdistanê ruhê pêngavê yê Fermandarê Mezin Heval Egîd bibe çavkanî, HPG’e jî wê bi serkeftinek mezin parastina gelê Kurdistanê bike. Di vê merheleya dîrokî de gerîlayê azadiya Kurdistanê bêyî nîqaş wê li ser xeta Rêber Apo sekna xwe ya biryardarî nîşan bide, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê jî bikeve pozîsyonek herî çalak û bibandor û di sala 33’yemîn a 15’ê Tebaxê de wê bibe garantorê avakirina sîstema gelê me û azadiya Rêber Apo. Bi vê armancê ve, di 33’yemîn sala Pêngava 15’ê Tebaxê de ji kû derê tê bila bê, wê li dijî tevahî êrîşên li dijî gelê Kurdistanê bibe bersiv.

Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê xwe dikin ku ji bo vê pêvajoyê veguherînin “Rêbertiya Azad-Kurdistana Azad” em li platforên têkoşîna civakî hêza xwe deynin holê, bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku di vê pêvajoya girîng de tevlî artêşa fedaî ya Egîdan bibin. Carek din Cejna Vejînê li tevahî gelê xwe pîroz dikin, ji bo tevahî hevalên xwe jî di 33’yemîn sala 15’ê Tebaxê de serkeftinê dixwazin.

13 Tebax 2016
FERMANDARİYA BİRYARGEHA NAVENDA PARASTİNA GEL