Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji gellême yê walatparêz û raya giştî re! 

Di roja 20'ê Hezîranê, artêşa Tirk a dagirker, li hemberî herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat, Şehîd Remzî û Apê Mûsa yên eyaleta me ya Amed’ê, ji navenda Licê operasyonek da destpêkirin . Di bin navê 'Em Qendîlên biçûk ji hev dixin' de, li ser bingeha senaryoyên derew operasyon hat destpêkirin û heta 2'ê Tîrmehê dewam kir. Bi deh hezaran leşker tevlî vê operasyonê bûn û hêzên dewletê bi çekên ji teknolojiya herî pêşketî bombe li erdnîgariya Kurdistanê barand. Ji ber vê bomberdûmanê li erdekî berfireh ê Licê şewat derket, dehl û rezên gelê me ku bi kedeke mezin çandibû û heywanên wan zerareke mezin dîtin. Her wiha, li her gundê li vê herêmê, leşkerên Tirk ên dagirker îşkence li gelê me kir, mîna li gundikê Mehlê mirovên me bi îşkenceyê hatin qetilkirin û gelek kes hatin binçavkirin.

 Armanc Koçberkırına Gel Bû

Beriya her tiştî, di dema vê operasyonê de li gundan derketina derve hat ragihandin. Ev yek jî nîşan dide, ku armanceke operasyonê tinekirina gerîla bû, lê armanca din jî çavtirsandin û koçberkirina gelê welatparêz ê li herêmê bû. Gundiyekî nikaribe ji mala xwe derkeve, wê nikaribe erdê xwe av bide, wê nikaribe heywanên xwe bide çêrandin. Ev gundî wê çawa karibe bijî? Lewma armanca bingehîn a vê operasyonê koçberkirina gelê me û tevî vê yekê qelskirina welatparêziya li herêmê ye. Lê belê gelê Amedê yê ku welatparêziya xwe xurt e, tevî hemû zext, girtin û qetilkirinê jî cih û warên xwe neterikand, bi sekneke bi rûmet li ser piyan ma. Ev sekna gelê me hêjayî pesindayînê ye.

Derbên Gıran Lı Artêşa Tırk Hatın Xıstın: 28 Leşker Hatın Kuştın
Li aliyê din, hêzên artêşa Tirk ên bi hezaran leşkerî û bi teknîka herî pêşketî xwest hêzên me yên li herêmê tine bikin, di vê mijarê de jî encama dixwest bi dest nexist. Jê nehat ku derbê li gerîla bixin. Hêzên me yên gerîla bi çalakiyên hem li nava operasyonê hem jî li derveyî wê, derbên giran li hêzên artêşa Tirk xistin. Di nava 13 rojan de, li hemberî bomberdûmana bejahiya Amed’ê ya bi çekên herî pêşketî û li dijî hemû êrîşên deh hezaran leşkerî, hêzên gerîla yên eyaleta Amed’ê berxwedaneke mezin nîşan dan û herî kêm 11 çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 28 leşker hatin kuştin. Di vî şerî û bomberdûmanê de 7 hevrêyên me şehîd bûN. Her wiha 2 şervanên me dîl hatin girtin, şexsek jî teslîmî dijmin bû. Çend ciwanên li herêmê hatin girtin, weke gerîla hatin nîşandan; ev agahî ne rast e. Her wiha roja 30'ê Hezîranê piştî şerê li mintiqeya Pêşkevirê, welatparêzê hêja Mehmet Şîrîn Kocakaya di asta lehengiyê de li ber xwe da, lê di encama îşkenceya dijmin de şehîd bû.

Dewleta Akp'ê Hewl Daye Encamên Operasyonê Berevajî Bıke

Dewleta AKP'ê ya di vê operasyonê de ya dixwest bi dest nexist, mîna her carê dîsa serî li taktîkên şerê psîkolojîk da û hewl da encamên vê operasyonê berevajî bike. Weke ku tê zanîn, tevgera me ya azadiyê, ji roja derketiye holê heta îro bi her awayî li dijî belavkirin, firotin û kişandina madeyên narkotîkê têkoşiya ye, li dij derketiye û qedexe kiriye. Li hin herêmên nêzî qereqolan bi kontrol û parastina dewletê hin nebatên van madeyan hatine çandin û hewl hatiye dayîn, vê yekê bixin stûyê tevgera me. Tevahiya gelê me, dost û dijminê me hemû dizanin; şoreşger li dijî çandin û bikaranîna madeyên bi vî rengî ne. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk, vê derewa xwe bi rengekî namerdî bi salan e dubare dike. Hatineyê ji vê trafîka narkotîkê bi dest dixe, ji xwe re dike budçeya şer û di heman demê de hewl dide ciwanên me yên li herêmê bixin nava lepên narkotîkê. Bi vî rengî dixwaze wan ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê vegire.

Derbên Gırîng Lı Dıjmın Hat Xıstın

Dezenformasyoneke din a ji aliyê dewleta AKP'ê ve di dema vê operasyonê de hat kirin, nîşandana encamên şaş ên vî şerî ye. Tevî ku bîlançoya şerê 13 rojan mîna ku me li jorê ragihandine ye, bi gotina 'Me Qendîlên biçûk ji hev xist' agahiyên şaş belav dike û bi vî rengî dixwaze moralê gelê me têk bibe. Lê rastî ev e; Ev operasyona rejîma AKP'ê bi rengekî sansasyonel pêk anî, bi fiyaskoyê qediya ye. Hêzên me yên gerîla li hemberî vê operasyonê hunereke xurt a tevgerê û ruhê êrîşê nîşan dane, derbên girîng li dijmin dane.

Dewleta AKP'ê çiqasî dixwaze bila serî li derew û berevajîkirina rastiyan bide, lê wê nikaribe rastiyan biguherîne û têkoşîna me ya mafdar wê timî bi ser bikeve.

Em Ê Bîranîna Şehîdên Xwe Bı Azadkırına Gelê Kurd Û Rêber Apo Re Bıdın Jıyîn

Em hevrêyên xwe Zinarîn, Egîd Kahraman, Egîd Mardîn, Agir, Masîro, Şervan û Zinar û welatparêzê xwe yê hêja Mehmet Şîrîn Kocakaya yê di van 13 rojan de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin; em ê bîranînên wan bi azadkirina gelê Kurd û Rêberê Apo ku armanca wan bû, bidin jiyîn. Di şexsê gelê Licê de em berxwedana gelê Amed’ê yê welatparêz û hêja silav dikin. Em bang li tevahiya gelê Amed’ê dikin ku bi gerîlayên xwe re bi rengekî yekwicûd têkoşîna xwe mezin bike.

6 Tîrmeh 2016
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel