Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji gellême yê walatparêz û raya giştî re!

12. salvegera Pêngava 1'ê Hezîran'ê em pîroz dikin û di ve pêngavêde em Erdal, Adil û Nûdayan heta Azad û Çekdaran hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîrtinin
Li hemberî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk di çarçoveya komploya navneteweyî de pêk anî, bi pêngava dîrokî ya 1'ê Hezîrana 2004'an re pêvajoyeke çalak a parastinê hat destpêkirin. Vê pêvajoyê bersiveke girîng daye polîtîkayên tinekirinê yên dijmin û bi parastin û berxwedana li qadên gerîla û serhildanê re, serdemeke nû destpê kir.

Gerîlayên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi hunera xwe ya şer û taktîkên nû, ji Zagrosan heta Amanosan û Behra Reş têkoşîneke berfireh meşandin û çareseriya pirsgirêka Kurd ferz kirin.
Tevî ku vê pêvajoya têkoşînê, mêtîngeriya Tirk gelek caran ber bi maseyê ve kişand jî, dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP'ê her tim bi rengekî taktîkî nêzî pêvajoyê bû û her carê konsepta serdestkirina sîstema mêtîngeriyê xist rojevê. Li ser vê bingehê, di hevdîtinên dawî yên li Îmraliyê de mase careke din hat qelibandin. Ji aliyekî ve Sîstema Îşkenceya Îmraliyê ya ku cihê xwe di nava ti exlaq û hiqûqê de nîne li hemberî Rêber Apo hat meşandin, li aliyê din li dijî siyaseta Kurd a demokratîk siyaseteke nû ya qirkirinê hat destpêkirin, zextên li gel hatin zêdekirin û bi êrîşên leşkerî hewl hat dayîn gerîlayên azadiya Kurdistanê bên tesfiyekirin.
  Ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê ne tenê li Bakurê Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê jî rê li ber serdemên nû vekir. Gelê Rojava û hêzên parastinê yên li ser bingeha vî ruhî têdikoşin, nîşan dan ku êrîş ji ku û çawa tên bila bên, ew ê xwe biparêzin. Û îro dest bi pêkanîna Şoreşa Sûriyeya Demokratîk kirine.

Li hemberî êrîşên wehşî yên xeta DAIŞ û AKP'ê, li Kobanê, Şengalê, Mexmûrê, Kerkûkê, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelemperiya Kurdistanê rastiyeke berxwedanê derket holê. Ev rastî ji hemû gelên bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû mane re, bûye hêvî.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî şerê topyekûn ê mêtîngeriya Tirk bi pêşengiya AKP'ê li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê daye destpêkirin, ji 24'ê Tîrmehê û vir ve berxwedaneke mezin nîşan didin. Dewleta AKP'ê ya li pêşberî vê têkoşîna mezin dîn û har bûye, rêbaza xwe ya şer gihand asta barbariyê û ji bo hilweşandina bajarên Kurdistanê serî li siyaseteke qirkirinê û zilma mêtîngeriyê ya kêm caran di dîroka mirovahiyê de hatiye dîtin, daye. Ev yek nîşan dide, emrê mêtîngeriya Tirk ê li Kurdistanê kêm ma ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê, wê li dijî vê siyaseta barbar û hov a mêtîngeran, li çiya û bajaran berxwedanê mezin bikin û sala 13'an a 1'ê Hezîranê veguherînin pêngaveke mezin.

Li ser vê bingehê, di serdema nû ya têkoşînê de li dijî êrîşên mezin û şerê topyekûn, şerê parastinê û berxwedana mezin a mafdar û rewa ya gelê me ketiye rojevê. Gerîlayên Kurdistanê di roja îro de jî xwedî daxwaz, hêz û biryardariyê ne, ku bersivê bidin her şêwe êrîşên li dijî azadî û hebûna gelê me û van êrîşan pûç bikin. Di vê pêvajoya nû ya têkoşînê de, ku di asta diyarkirina çarenûsa gelê me de girîng e, gerîlayên azadiya Kurdistanê wê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bersivê bidin hemû êrîşên mêtîngeriyê, bîranîna şehîdên leheng di têkoşîna xwe de bidin jiyîn, careke din li pêşberî tevahiya cîhanê nîşan bide ku têk naçin û wê serketinê misoger bikin.

Li ser vê bingehê em Pêngava 1'ê Hezîranê careke din li tevahiya gelê Kurdistanê û hevalên xwe yên têkoşînê pîroz dikin û soz didin, ku ji bo sala 13'an a Pêngava 1'ê Hezîranê bi ruhê fermandarê fedayî Çiyageran bikin sala serketinê, bi fedekarî û biryardariyeke mezin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
31 Gulan 2016
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel