Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

sehiden gulaneDi heyva şehîdan Gulan û di roja şehîdên 18’ê Gulanê de, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Û divê bi hemû hêza xwe em pêwîstiyên bîranînên wan zanibin pêk bînin. Di pêvajoya destpêkê ya koma yekemîn a tevgera me de; ku hîna nû xwe derbasî jiyanê dikir, hin geşedanên ne em û ne jî dijmin li bendê bû qewimîn. Ger ev geşedanana bi dîqet nehatana destgirtin û pêdiviyên wê bi cih nehatana, dibe ku dîrok bi awayekî dîtir bidomiyana. Û em bawer dikin ku bi vê mudexaleyê, me xwest ku em seyra dîrokê biguherînin. Di serî de rêheval Hakî Karer û her wiha ji bo bîranîna hemû şehîdên xwe ev biryara rast a ku me dayî, bo şerê jiyana xwe, bo pêngavên awarte yên azadiyê me gav avêt û em îro gihan heqîqeta şer. Bi qismî be jî, îro em dikarin bi rêzdarî wan bi bîr bînin û pêwîstiyên fermanên wan pêk bînin.

Wek ku em timî tînin ziman, pêkanîna pêwistî û bîranînên şehîdan her çiqas dijwar be jî, ku em dizanin di vê jiyanê de nirxên me yên herî mezin şehîdên me bi xwe ne û bi vê bîr û baweriyê, di vê jiyanê de her tişt girêdayî bersiva ku em bidin van nirxan e. Hîna jî mijara herî zêde em li serê dahûrandinan dikin; mijara şehadeta rast e. Şehadet ku ji milekî ve wek mertebeya herî mezin xwe dide nişandan, ji milê din ve jî mijareke ku li ser pir tê fikirîn, di encama vê fikirînê de rastiyê dîtin û ew jiyana ku sembolik tê dîtin zindîkirin e. Di vê mijarê de bêyî ku em rêya xwe şaş bikin, me xwest li hemberî xiyanet, nemerdî, bêşerefî û bêrûmetiyê bersiv bidin. Ya herî girîng jî, li dijî dijminê ku dixwest me tune bike bersivdayîna me hêza xwe ji van şehadetan digre û peywira me hemûyane ku em pêwîstiyên bîranînên wan pêk bînin.

Kesayetek, ger bo hevalên xwe yên herî nirxdar peywirên xwe ji dil an jî bi wijdanî pêk neyne, ew kesayet ti carî nabe PKK’yî. Ji şehadeta rêhevalên xwe yên herî nirxdar ger wateyekê dernexe, şaşî û kêmasiya heyî ger rast neke, ji van kesayetên wisa divê bê tirsîn. Rêxistineke weke PKK’ê ku mirov dikare weke tevgereke mirovî binirxîne, kesayetên ku li hemberî şehadetên vê rêxistinê bikevin li nav xefleteke wek ji bîr kirin an jî bêhaybûnê, kesayetên herî ketî ne. Kesayetên wisa îfleh nabin, ji wan hêvî nayê kirin û divê mirov ji ti tiştê van kesayetan bawer neke. Kesên ku xwe li hemberî şehîdan deyindar nehesibînin, jê girîngtir jî yên ku wesiyeta şehîdan ji xwe re esas negirin û mafê rêhevaltiyê nedin, nabin hêza vejîner û şervanê xeta me. Tew qet nikare bibe hezeke ku rêbertiyê bike.

Têkoşîna me ji aliyekî ve, têkoşîna layiqbûna şehîdan bi xwe ye.

Têkoşîna me, di pêvajoyên bêtevdêr û di rewşên bêhêzî de; li hemberî şehîdên xwe yên destpêkê rêzdarbûyîn, dijberî bîranînên şehîdan nebûn, bi sedema şehadeta wan re dilsozbûn, bi qasî stûxwarnekirinê bi hêsanî neketin û govanê tevgereke ku teqez jiyandinê ji xwe re esas digre ye. Ev rastiya tevgerekê û heqîqeta partiyekê ye.

Tişta ku PKK’ê dike PKK jî ev nêzîkatiya li hemberî şehîdên xwe ye. Ev nêzîkatiyeke pir mezin e. Nêzîkatiyeke vejîner, pêkanîna serkeftinên herî dijwar, tiştên bawerî pê nayên dide bawerkirin û ev nêzîkatî bi rastî jî geşedan û bûyerên ku dijmin jî hisab nekiriye di himêza xwe de dihewîne.

Wek navê xwe dizanim ku, ger îro ango di 18’ê Gulanê de şehadeta rêheval Hakî Karer pêk nehatana, me yê îlankirina PKK’ê zêde neanîna bîra xwe. Wek deynê stûyê xwe me yê pêngava partîbûyînê nexistana rojeva xwe. Me yê hîn bêhtir nikaribûna xwe nêzî şerê çekdarî bikirana. Ya herî girîng jî, me yê jiyana xwe nedana oxira şoreşê. Ev şehadet vê derxist pêş me; yan tu yê wek ku dijmin û hevkarên wan dixwaze di cihê xwe de bitepisî û xwe bidî aliyekî, yan jî tu yê xwîna şehîdê xwe bikî meseleyeke mezin, bi qasî rast nirxandina vê şehadete tu yê soza tolhildanê bidî û pêdivî bi çi hebe tu yê bikî. Me ji vê dubendiyê ya duyemîn çêtir dît. Bi qasî pêşxistina nirxandina rast, pêdivî bi tolgirtinê hebû. Her çiqas li hemberî me dewleteke tirsnak û hevkarên wê yên herî ketî hebûn jî, divê me dest jê bernedana, li ser van bingehan ev meşa pîroz wê me bi rastiya me re rûbirû bikirana. Ger kêmasiya me ya teoriyê hebûna me yê bi vê meşê kêmasiyan ji holê rakirana. Her wiha ger pirsgirêkên me yên şer hebûna me yê vê jî bi pêkanîna şerkeriya tolhildanê re derbas bikirana. Me vê encamê ji ceribînên xwe didît. Ango me bawer dikir ku, şopîneriya biheter wê rêya serkeftinê ji me re vebike.

Divê yek jî bi vê wateyê li dîroka PKK’ê bê nêrîn. Bi ya min vegotina herî bibandor a PKK’ê, bi vegotina şehîdan dibe. Ez vê ji jiyan, pratik û ji cerîbînên xwe dizanim ku, min şehîdan ji xwe re esas girt. Ez dikarim yeko yeko wan bînim ziman û heta îro werim. Xeta berxwedêr a PKK’ê, xeteke şehîdan a çawa ye? Xeta şervaniya PKK’ê, xeteke tolhigir a çawa ye? Xeta PKK’ê ya ku xwe daye ber rexnedayînan, di fikirîna şehadetê de, xwe ji kêmasî û şaşiyan rizgarkirin xeteke çawa ye? Em van mijarana dikarin bi awayekî herî berbiçav jî nişan bidin. Ku di roja me ya îro de PKK bi mezinbûn û bi qasî deh hezaran tevlîbûnên xwe dijî, bi qasî divê cewherî be, yên ne cewherî, her wiha ruxmî ku tevlîbûnên feodal, sivik û seraser jiyaye be jî, hetera mezin a di xeta şehîdan de û israra mezin a ji bo têgihiştina xebata PKK’ya rastîn derxistina holê û di vê mijarê de betawîz tevgerîn, cewhera hemû geşadan û pêkhateyên ji vir şûn de bi rengekî rast meşandinê ye.

Şoreşgerekî/e wisa bi xwe bawer dike heye? Kesê/a ku bêje; “ez di vî karî de heme.” Peywira ku pêdivî bi pêkanîna wê hebe pêk anîn, xebateke ku serkeftinê dixwaze serkeftî bi cih anîn, li rastiya partiye wateyeke wisa barkirin û ger pêkan be ji vir û şûn de rêvebirina van karan kirin… Mirovê ku van pêk bîne di rêya rast de ye û bi rastî jî mirovê xetê ye.

Di roja şehîdan de, divê em cewhera van rastiyan karibin bibinîn. Divê em li ser van mijarana lêhûrbûnê bikin û bo pêşerojê di kesayetên xwe de şênber bikin. Ev pir girîng e. Ev tiştekî wisa ku mirov çend şehîdan an jî bîlançoya şehîdên PKK’ê bîne berçav nîne. Ango tenê bi gotina; “me çendî rêhevalên xwe yên binirx wenda kiriye” xemgîniya xwe nîşandan jî nîne. Ev bi temamî pirsgirêka li hemberî şer û jiyana ku tê xwestin xwe bihêzkirin e. Niha hûn ê vê fêm bikin? Di vê mijarê de bi qasî neyîniyên xwe û bandora pergalê, em ê karibin hesabê aliyên xwe yên dijmirovî yên kêrnehatî, xiyanet û xwerasdestiyê bikin? Li dijî van em ê karibin şerê xwe bidomînin? Bi qasî dilsozbûn û puxtedariyê, bi serkeftinî hûn ê karibin bersiv bidin? Pirsgirêk ev bi xwe ye.

Yên bi xwe bawer, ger bersiva van pirsan rast bide; di esasê xwe de li hemberî bîranîna şehîdan xwedî bersiva herî rast e. Jê wêdetir, li geşedanên rojevî bi serkeftineke mayînde nêzîkatiyekê nîşan daye. Bi qasî xwedî cewherê, mebestên pak û dirustbûnê û hebûna hewldanê jî mirovan ber bi jiyan û şer ve dibe. Ev hatiye peyitandin. Em vê dibêjin, gelo hûn ji vê re hene? Bi awayekî teqez, gotineke dirust ku hûn bêjin heye? Bi rastî, kêmek be jî hûn ê di hizûra şehîdan de bizanibin bi rêzdarî bisekinin? Hûn ê vê bi cewhera xwe bikaribin bidin pejirandin.

Heqîqet, qet û qet wek ku hûn dizanin nîne. Bi hezaran bûyerên şehadetê yên ku me jiyane hene. We navbeyna di navbera me û şehîdan de gelekî vekiriye, hûn pir dijberî wan disekinin. Li hemberî şehîdan hûn di nav xiyanetê de ne. Di bingeha pêşneketin, nehestyarbûn an jî berznebûn û meyildariya we ya ber bi sextekariyê de, ev rastî heye. Niha hûn pir zû ji bîr dikin. Bi hêsanî hûn dikarin berovajî şehîdan tevbigerin. Ez bi xwe jî, ji vê rewşê ditirsim. Ev partî çima wisa sivik nêzî şehîdên xwe dibe? Hûn min dizanin, kar û xebatên ku dikim hûn dibînin. Girêdayîna mirovekî encex ewqas dibe. Lê belê, gelek bûyer û têkiliyên ku hûn ji wan berpirsiyarin hene. Bi sedan şehadetên ku hûn bi xwe berpirsiyarin hene. Mijar ew e ku ji van şehadetan qet ders nehatiye girtin. Wek ku min anî ziman, me ji bo bîranîna şehîdê xwe yê koma destpêkê ango Hakî Karer, pêdivî bi partîbûyînê dît. Me ji dersen ku ji bîranîna berxwedana zindanê wergirtî, ku çiqas zor û zehmhetî li pêş me hebûn jî me berê xwe da welat. Me ji şehadeta Mazlûm, Kemal, Xeyriyan û ji şehadeta rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) dersên ku gerîla bêhtir bi liv û tevger be derxist. Me van xebatan ji xwe re wek peywirên sereke dît û me hemû kar û barê xwe li gor van peywiran eyar kir. Me vîn û xîreta xwe bo vê xurt kir, derfetên bi qasî serê derziyê jî bo vê yekê me xist meriyetê.

Niha hûn jî xwe di ber çav re derbas bikin. Gelo ev şehadetên li tenîşta we pêk tên ku hûn jî dibînin, we çawa van şehadetan watedar kir? Ji bilî gotinên erzan, we çiqasî rast girtiye dest? Ya herî girîng jî, ji bilî nêzîkatiyên neçar hûn wêdetir çûne? We ti carî di şehadetê de pêdivî bi serkeftinê dîtiye? We şehadetê ji xwe re kiriye meseleyeke mezin ku hûn xwe komî ser hev bikin? Pir tê gotin ku “em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin”, bi rastî jî we bi rêzdarî bi bîr anî? Dîsa hûn dibên; “dersên ku bên girtin ji vê şehadetê hatiye derxistin, êdî ji şehadetên hêsan re rê nîne” yan jî “her şehadetek çavkaniya serkeftinê ye” we wate daye van gotinanên xwe? We ji van gotinên xwe hêz afirand? Ev pirsana bo we hemûyan sotîner in. Hîna jî hûn ji dil dibên; “em dirust in û bi nirxan re girêdayîne.” Heta hûn dixwazin xwe mezin bikin û dibêjin; “em dixwazin xwe layiqî nirxan bikin”, hûn van gotinan bi awayekî ji xwe bawer tînin ziman û ji xwe re dikin armanc. Hûn newestiyane, ger hûn ji dil bixwazin dikarin van xwestekên xwe pêk bînin.

Miov hin tiştan ji xwe re dike armanc, lê divê di heman demê de gihandina wan armanca jî ji xwe re bike mesele. Lê her roj, hûn nakokiyên xwe yên bêwate ji xwe re dikin bar. Hîna jî pirsgirêkên we yên pêşketinê hene. Ger rêzdariya we ya li hemberî şehadetan hebe, ger soz û deynê we yê hîskirina van şehadetan hebe, ger kesayet û hêza we hebe divê hûn karibin berdêla van pêdiviyan bidin. Divê hetanî vîn û deqa dawî, hûn van pêdiviyan di xeta şer de pêk bînin. Ger hûn van pêdiviyan pêk neynin hûn nikarin hevgiriya xwe bipeyitînin. Şehîdên me bi gotinokan di ser guh re nikare bê avêtin. Ku serî li rêbaza demagojiye dayîn rêbaza herî ketî ye. Bi vê rêbazê ti kes nikare me bixabîne. Ez mecbur im ku bi cidiyetê nêzî şehîdan bibim. Gelekên van mirovana di henaseyên xwe yên dawî de navê min bi lêv dikin. Ez çiqasî layiqî vê me yan jî ne layiq im ev mijara nîqaşeke din e,  lê ger wan vê gotibe ew dem ez neçarim ku li nêzîkatiyên xwe baldar bim. Ev qewîtî çibe, divê bi qasî hêza xwe pêk bînim. Bêguman wan temiya xwe li hemû PKK’yiyan kiriye. Ez dixwazim hinekî li vê rewşê miqate bim. Ku dişopînim, di ber çav re jî derbas dikim. Lê soz ev e; “ez ji vê tevgerê re heme û rêhevalê wan şehîda me” kî vê sozê bîne ziman jê re hatiye gotin. Divê mirov vê dozê bi vir û wir de nekişîne. Bi her tiştî bileyîzin, her tiştî li gorî daxwaza xwe bikin, lê pêdiviyên bîranîna şehîdan jî pêk bînin. Niha wekî gel, netewe û heta wek mirovahî di deste me de nirxên ku divê em bi baldarî nêz bibin şehadet in. Mezinbûna wan jixwe nabe mijara nîqaşê. Ez mijara nîqaşê me, her wiha hûn jî, lê bele şehadet ne mijara nîqaşê ye. Di vê çarçoveyê de, bi dirustî bi wan girêdayî bin û bi qasî hêza xwe wan bidin jiyîn.  Me got wan bidin jiyîn, hûn ê vê yekê di domandina şerê xwe de derxin holê. Vaye gotina Ferhadan, dibêjin; “agir netefînin” û îro jî bersiva vê çalakiya tê dayîn. Ew agir hîna jî netefiyaye û dixwaze bêhtir gur û geş bibe. Kemal Pîr’ê ku digot; “hîn bêhtir şer bikin” heye. Her wiha digot; “Em bawer dikin ku xeta şerkeriya PKK’ê deh sal, ger nebe wê bîst sal şûn de xwe bigihîne zaferê.” Ev banga xeta şer e.

Ger ev hemû rast bin, ew dem em di nav şerdayîneke mezin de ne. Ger me rastî û qîmeta vê jiyanê kêmekê jî fêm kiribe, em ê bi vê têkoşînê re şensê xwe yê azadiyê bi erjengî bi kar bînin. Rastiyê fahm nekirin na, nezanîna pîvanan na, karneanîna derfetan na, ev çi gotin in? Ji destpêkê hetanî kêliya dawî, bi qasî ku her tişt hetanî kêliya dawî bi armancê ve girêdayî be;  amûr, rê û rêbaz û taktîkên di têkoşînê de tên karanîn têr dikin û encamgir in. Ev yekane şêweyê sozê ye ku, di pratîkê de pêk tê. Hîna jî hûn hilmê didin û distînin, ev bi serê xwe bes e ku hûn van pêdiviyan pêk bînin. Ger hûn gepek nan bibînin û pêdiviyên xwe yên jiyanî kêm be jî peyde bikin, tiştê dimîne bi taktîkên rast têkoşîn dayîn e. Ji bilî vê ti tişt xeta PKK’ê û pêşketina wê ya di bingeha şehadetê de îfade nake. Ger hûn vê pêk neynin, hûn nikarin serkeftî bin. Rastiya xeta yekane ya serkeftinê ev e. Pêkanîna esasên vê jî diyar in. Me vê mijarê wisa girte dest û heta vê rojê bi vî awayî anî û bi vî awayî her û her em bi ser ketin. Ji niha û şûn ve jî em dixwazin bêhtir bi ser kevin. Bawer dikim ku, bi qasî hêza we têrî bike ku hûn karibin di jiyanê de van esasan pêk bînin, li hemberî we hemû cîhan jî bisekine nikarin li pêş we bibin asteng.

Bi taybetî, ev laneta şerê taybet ku teqez divê ji xwe bê dûrxistin û pêwîste cihê ev xiyaneta ku xwedî texrîbateke mezin, ev nexweşiya rûreş, teqez divê bi têkoşînê, ji rastiya mirovbûn, netewbûn û civakîbûyîna me bê qutkirin û divê em vê qirêjahiyê ji ser xwe biavêjin. Derbaskirina çavkaniya van nexweşiyan û hemû astengên li pêşiya jiyana azad,  hinceta şerekî mezin e.  Ev yek, çawa ku armancê bi awayekî diyar radixîne ber çavan, tê de lêhûrbûnê jî rakêşer dike. Evana hemû, li her qadê xwe di şerkeriya hemû milîtanan de derdixe holê. Jixwe bo milîtanên bi taybetmendiyên wisa derdikevin holê,  yên xwe li ser van esasan pêk anîne jî hilm dan û stendin ji wan re bes in. Kesayetek wisa, ku xwe gihandibe çiyayên azad û bi hemû ceribînên şer û qehremaniyan mil bi mil meşiya be, ew kes dikare mezin şer bike û pir bi ser keve.

Me vî şensî daye we hemûyan. Ev hêz û şens bi qasî ku li lûtkeya çiyayên welatê me heye, me vê hêzê ewqas mezin kir ku dijmin bi hêsanî xwe negihînê û neke bin venêrîna xwe. Me we hemûyan bi hezaran sengeran ve xemiland. Hûn ê van kedên hatine dayîn bibînin û rast tevbigerin. Bi qasî nêzîkatiyeke wisa, hûn ê pêkanîna wê û rêbazên bên karanîn jî wekî navê xwe bizanibin. Hûn ê bi zanebûna ku gavên we yên vejîner in gav biavêjin, şensê serkeftina her gava we divê di asta herî mezin de be û hûn ê her bîranîna xwe wek şervanekî binirxînin û bi vî awayî giraniya xwe bidinê. Ev ê, we ber bi jiyaneke mirovane ku we sozê pêkanîna vê jiyanê dabû ve bikişîne.

Em dibêjin; em ê bi ser kevin, ji bilî vê jî baweriya me bi jiyaneke dîtir jî nîne. Ji her demê bêhtir hûn xwedî derfet in. Teqez divê hûn vana rast bigrin dest û zanibin mafê van destkeftiyan bidin. Di ev roj û meha şehîdan de, hûn ê li xwe pir miqatebin ku bibin şervanên rast ên partiya şehîdan. Ger pêwîst bike hûn ê xwe rast bikin, hûnê bibin şervanên têkûz ên vê partiyê ku karibin bi vê sozê biçin serkeftinê. Ji bilî vê hûn ê derfetê nedin ti nîşaneya jiyaneke dîtir. Ku wê demê hûn ê karibin pêşiya hemû astengiyên gengaz bigirin û wan derbas bikin. Hûn ê bêjin; “Rêya min her tim rêya serkeftinê ye, rêya şehîdan e, û ev rê jî rêya zafere ye” û teqez hûn ê xwe bigihînin serkeftinê.

Rêbertiya Partiyê

18 Gulan 1994