Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Gellême û Raya Giştî Re!

Li hemberî êrîşên dijmin ên hefteya dawî, em berxwedana mezin a hêzên we ku bi ruheî fedaî û performanseke leşkerî ya bilind li Şirnex û Nisêbînê nîşan dide, silav dikin .
Bi taybetî operasyonên serketî yên hêzên we yên 26, 29 û 30'ê Nîsanê li Şirnex’ê û çalakiya bi taktîkên encamgirt, ku ji ser hêzên çete çek û cebilxane rakir, hêjayî pesindayînê ne.
Di heman demê de çalakiya serketî ya 1'ê Gulanê a li Nisêbîn’ê, ku hêzên we çûn ser çeteyên dijmin û hemû çek û cebilxaneyên li ser rakirin, ruhê fedaî û dewlemendiya taktîkê temsîl dike, ku divê were silavkirin. Tevî hemû rêbazên barbarî û bikaranîna her cure teknîkê dewleta Tirk, ji bilî taxa Kanîka ku hêzên we bi biryara xwe dest jê berdan, nikarî bikeve ti taxê. Ev yek biryardarî û hostatiya Fermandariya Nisêbîn’ê ya di berxwedanê de nîşan dide.

Ji ber berxwedana we ya li bajarên cuda yên Kurdistanê û ji ber serketina we ya mezin a li Şirnex û Nisêbînê ku roj bi roj mezin dibe û îlhamê dide me, gelê me û hemû dostên me, em Kordînasyona we, Fermandariyên we yên Şirnex û Nisêbîn’ê bi coşa şoreşgerî pîroz dikin. Em dixwazin hûn zanibin; di vê berxwedanê de hûn bi tenê nînin, bi hemû hêzên xwe û gelê xwe em bi we re ne. Pêngava berfireh a hêzên HPG'ê ya li Pîranê û çalakiya Xapûşkê ya bi ruhê bilind ê êrîşî li Şemzînanê hat kirin, her wiha çalakiya duh êvarê ya Dêrik-Uçyol a bi awayekî serketî pêk hat, mînaka vê yekê ya şênber e. Eşkere ye; hemû hêzên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê ti ji komkujiyên ji aliyê mêtîngeriya faşîst ve tên kirin bêbersiv nehêlin û bi biryardarî nirxên gelê me biparêzin. Bi van hestan em we û hemû hêzên we silav dikin, ji we re di asteke bilind de serketinê dixwazin.

4 Gulan 2016
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê